Ji bo hêzên Pêsmerge kursên zimanên biyanî û kompûterê

11 tebax 2024 22:37
Ji bo hêzên Pêsmerge kursên zimanên biyanî û kompûterê

 PeyamaKurd - Hate ragihandin ku ji bo bilindkirina şiyanên hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê, wê kursên zimanên Almanî û Ingilîzî û fêrbûna kompûterê bêne vekirin.

Ew kursên ku wê bêne vekirin wê bi awayekî dilxwazî bin û wê li dû heza Pêşmergeyan bin.

Birêveberiya Çaksaziyê ya girêdayî Pişka Teknolojî û Ziman a Wezareta Pêşmerge îro efser û karmendên Wezareta Pêşmerge haydar kirin ku kursên fêrbûna zimanên Ingilîzî û Almanî û kursa kiryarkî ya fêrbûna kompûterê li Pişka Teknolojî û Ziman, ji 05ê Îlonê heta 05ê Kanûnê têne vekirin.

Birêveberiya Çaksaziyê herwiha got: “Ew efser û Pêşmergeyên ku dixwazin tevlî wan kursan bibin, bila ji bo tomarkirina navên xwe nivîsaran ji yekîneyên xwe arasteyî Birêveberiya Çaksaziyê bikin.”

Birêveberiya Çaksaziyê  efser û Pêşmergeyan haydar kir ku jivanê dawiyê yê ji bo wergirtina nivîsarên fermî yên yekîneyên îdarî û serbazî wê di 25ê Tebaxê de bibin.