Ji bo doza Rojîn Kabayîş tîmeke nû hate avakirin

29 nîsan 2026 13:56

Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Akin Gurlek, ragihand ku ji bo ronîkirina dosyeya Rojîn Kabaîşê tîmeke hatiye avakirin.  

Ji bo doza Rojîn Kabayîş tîmeke nû hate avakirin

RûpelNews - Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê, Akin Gurlek, ragihand ku ji bo ronîkirina dosyeya Rojîn Kabaîşê a xwendekareke kurd a ji Amedê ku li Wanê dixwend û di 15 Cothmeha 2014an de termê wê hatibû dîtin, tîmek hatiye avakirin.

Wezîrê Dadê Akin Gurlek  got, "Em bawer dikin ku heke em karibin telefona wê ya desta vekin, em ê di lêpirsînê de bigihîjin qonaxeke girîng."

Wezîrê Dadê Akin Gurlek got ku ew li ser mirina bi guman a Kabaîş, xwendekara Zanîngeha Van Yuzuncu Yil, dixebitin. Gurlek got, "Me ji bo doza Rojiîn Kabaîş tîmeke herêmî ava kiriye. Em bawer dikin ku heke em karibin telefona wê ya desta deşîfre bikin, em ê di lêpirsînê de bigihîjin qonaxeke girîng."

Doza Rojîn Kabaîş

Kabaiş, xwendekara sala yekem a Beşa Pêşxistina Zarokan a Zanîngeha Van Yuzuncu Yil, di 27ê Îlona 2024an de winda bû. Piştî lêgerîneke 18-rojî, termê Rojîn Kabaîş di 15ê Cotmeha 2024an de li peravê Gola Wanê nêzîkî gundê Molla Qasim hate dîtin. Malbata wê îdiayên ku dibêjin Rojîn xwe kuştîye an jî di nav avê de xeniqîye red kirin.

Di kontrola destpêkê ya li ser termê wê de ku li Enstîtuya Tipa Edlî ya Wanê hat kirin, li ser laşê wê ti birîn an şopên guleyan û ti hestiyên şikestî nehatin dîtin. Lêbelê, li deverên stû, çok û milan rengguhertin hat dîtin. Nimûneyên xwîn, mîz û organên navxweyî ji bo diyarkirina sedema mirinê ya rastîn ji bo Enstîtuya Tipa Edlî ya Stenbolê hatin şandin.
Her çend DNAya mêr hat dîtin jî, tu gumanbar nehatine desteserkirin

Di rapora Enstîtuya Tipa Edlî ya bi dîroka 6ê Mijdara 2024an de hat gotin ku "her çend nimûneyên DNAyê yên du mêrên cuda hatin tespîtkirin jî, di nimûneyan de ti dîtinên bi guman nehatin tespîtkirin".

Pêşniyara ku ji aliyê Partiya DEMê ve ji bo "vekolîna li ser kuştina Rojîn Kabaiş" hatibû pêşkêşkirin, di 15ê Cotmeha 2025an de, bi dengên AK Partî û MHPyê ji aliyê Parlementoya Tirkiyeyê ve hat redkirin.