Ji bo dersi hilbijartî yê Kurdî du rojên dawî mane
Li Tirkiyeyê, ji bo dersên hilbijartî yên Kurdî ku li dibistanên navîn tên dayîn, demjimêra hilbijartinê nêzî dawiyê bûye.
RûpelNews - Ji bo sala xwendinê ya 2026-2027an, roja dawî ya serlêdanê 20ê Sibata 2026an hate diyarkirin.
Wezareta Perwerdehiyê bi nameya 5ê Sibata 2026an daxwaz kir ku hilbijartina dersên hilbijartî bi baldarî were meşandin û daxwazên dêûbavan heta 20ê Sibatê li ser pergalê werin tomar kirin. Çapkirina pirtûkan û plankirina mamosteyan jî dê li gorî van daneyan were kirin.
Şerta herî kêm 10 xwendekaran
Ji bo vekirina polê divê herî kêm 10 xwendekar heman dersê hilbijêrin. Heke şert were bicihanîn, xwendekar dikarin heftê du saetan bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibînin. Heke hejmara serlêdanan ji 10’an kêmtir be, ji bo wî şêwazî pol nayê vekirin.
Sala borî zêdetirî 59 hezar hilbijartin
Li gorî daneyên ku di Gulana sala borî de hatin weşandin, ji bo sala xwendinê ya 2025-2026an li seranserê welêt 59 hezar û 362 xwendekar dersi Kurdî hilbijartin. Ji van 50 hezar û 809an Kurmancî, 8 hezar û 563an jî Zazakî hilbijartin.
