Ji ber xwepêsandanan li 2 parêzgehan qedexeya çûnûhatinê hat ragehandin!
PeyamaKurd - Li 2 parêzgehên başûrê Iraqê ji ber tirsa serhildana xwepêşandanan qedexeya çûnûhatinê hat ragehandin.
Hêzên ewlehiya Iraqê yên parêzgeha Dîwaniye ragehandin, îro Şemiyê (05.10.2019) demjimêr 13:00ê nîvro û pê de heta demekî ne diyar çûnûhatinê wesayît û hemwelatiyan li parêzgehê qedexe ye.
Herwiha hêzên ewlehiya parêzgeha Zîqar jî qedexeya çûnûhatinê li sînorê parêzgehê ji demjimêr 13:00ê û pê de heta demekî ne diyar ragihand.
Qedexekirina çûnûhatinê li Dîwaniye û Zîqarê di demekî de ye ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî demjimêr 05:00ê vê sibehê ve biryara qedexeya çûnûhatinê li Bexda hilweşand.
Ji nûnerê hikûmeta Kurdistanê li Bexdayê daxuyaniya xwepêşandanên Iraqê
Ebdulmehdî ferman da ku ‘dawî li qedexeya derketine derve’ were

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin