Ji ber qeyrana jeopolîtîk bihayê zêr bilind dibe

06 adar 2026 07:40

Bihayê misqala zêrî li bazara Tirkiyeyê bi 7 hezar 256 lîra ye. Çarêka zêr bi 12 hezar û 315 lîra, û zêrê cumhurî jî bi 48 hezar û 702 lîreyan tê firotin.

Ji ber qeyrana jeopolîtîk bihayê zêr bilind dibe

RûpelNews - Misqala zêr ku duh ji ber daketina bihayê onsê nirxê xwe winda kiribû, îro bi 7 hezar û 187 lîrayan dest pê kir.

Qeyrna jeopolîtîk daxwaza zêr zêde dike

Qeyrana jeopolîtîk ên berdewam li Rojhilata Naverast têgihiştinên rîska cîhanî bilind dihêlin, û ev yek daxwaza veberhêneran ji bo zêr wekî stargeheke ewle zêde dike. Daxuyaniyên Senatorê Komarî Wicker, Serokê Komîteya Xizmetên Çekdarî ya Senatoya Amerîkayê, ku gotibû rêveberiya DYAyê vebijarka şandina leşkerên bejayî bo Îranê ji holê ranekiriye, îhtimala zêdebûna rîskên jeopolîtîk zêde kiriye.