Ji ber kûlî kom kirin, 1.4 milyon lire ceza xwarin
Li Çiyayê Nemrûd a li Semsûrê, du kesên kûliyan kom dikirin 1.4 milyon lîreyê tirkî cezaya pereyê xwarin.
|
Türkçe
RûpelNews - Du welatiyên ji derveyî Tirkiyeyê ji bo komkirina kûliyan berê xwe dan Çiyayê Nemrudê.
Li ser xeberdayînê, Rêveberiya Giştî ya Parkên Neteweyî û tîmên polîsan operasyonek pêk anîn û her du kesên kûliyan kom dikirin hatin desteserkirin.
16 kûliyên ku hatibûn desteserkirin, li xwezayê hatin berdan. Hat ragihandin ku ji her du kesan re 1.4 milyon lîre cezayê pereyan hat dayîn.
