Ji asta bilind a Yekîtiya Ewropayê, serdana Kievê hat kirin
20 nîsan 2022 16:56
PeyamaKurd-Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Charles Michel çû paytexta Ukraynayê, Kievê. Michel Kievê wekî dilê Ewropayê yê azad û demokratîk pênase kir.
Serdana Charles Michel a ji bo Kievê di serî de nehat ragihandin. Piştî ku Michel îro gihîşt Kievê, wî bixwe bi navbeynkariya medyaya civakî agahî da û got, ‘Ez li Kievê me.’ Michel li îstasyona trênê ji aliyê rayedarên Ukraynayê ve hat pêşwazîkirin. Tê payîn ku Charles Michel bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy re hevdîtinek bike.
Di 8ê Nîsanê de jî Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen û Nûnerê Polîtîkayên Bilind ên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell çûbûn Kievê.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê serdana Moskow dike
05 sbt 2021
Jiyan
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Kallas peyama pistgiriyê da Sûriyeyê
17 adr 2025
Cîhan
Sanda bilind a Parlamentoya Ewropayê serdana Iraq û Kurdistanê dike
12 rbn 2023
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin