Ji Amerîkayê sermezarkirina teqîna Amedê û bangewazîyek!

13 îlon 2019 14:14
Ji Amerîkayê sermezarkirina teqîna Amedê û bangewazîyek!

PeyamaKurd – Balyozxenaya Amerîka ya Tirkiyê li ser êrîşa doh ku mînîbusek di navbera otorêya navçeya Diyarbekirê Pasûr û bajarê Mûşê de hat teqandin û cerdevan jî di nav de 7 kesan can da û 10 kes jî birîndar bûn, daxuyanî da.

Balyozxaneya Amerîkayê li ser hesabê twitterê êrîş şermezar kir û banga dawîanîna êrîşên bi wî rengî kir.

Hevserokên HDPê Sezaî Temellî û Pervîn Buldan jî ew êrîş bi daxuyaniyekê şermezar kiribûn û gotibûn, êrîşên bi vî awayî ti carî nayên qebûlkirin.

HDPê derbarê bûyera Pasûrê de daxuyaniyek da: Em şermezar dikin!