Ji Amerîkayê ji bo pêsmergeyan 290 mîlyon dolar destek!
PeyamaKurd- Butçeya Amerîkayê ya 2019an ya ku tê de ji bo pêşmergeyên Kurdistanê jî 290 mîlyon dolar alîkarî hatiye vediqetîn, di Meclîsa Amerîkayê ya Nûneran de hate qebûlkirin.
Berî niha jî Amerîkayê di butçeya 2017an de ji bo pêşmergeyên Kurdistanê 415 mîlyon dolar û di butçeya 2018an de jî 365 mîlyon dolar veqetandibû.
Meclîsa Amerîkayê ya Nûneran butçeya leşkerî ya Amerîkayê ya 2019an ku ji 716 mîlyar dolarî pêk tê, qebûl kir û ji bo tesdîq û îmzekirinê, rêkirine Serokê Amerîkayê Donald Trump.
Di butçeyê de ji bo Artêşa Iraqê 850 mîlyon dolar hatiye veqetandin û ji vê yekûnê 290 mîlyon dolar ji bo pêşmergeyên Kurdistanê ye.
Ji xeynî vê jî di butçeyê de hate îfadekirin ku ji bo xilaskirina IŞÎDê divê Amerîka piştgiriya xwe ji ser pêşmergeyan qut neke.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin