Ji Amerîkayê dengên cuda li ser kustina Qasim Silêmanî!..

03 rêbendan 2020 23:20
Ji Amerîkayê dengên cuda li ser kustina Qasim Silêmanî!..

PeyamaKurd – Li ser operasyona asmanî ya kuştina Fermandarê Hêza Qûds a Îranî Qasim Silêmanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis ji kongresa Amerîkayê dengê cuda derketin.

Ji baskê Komarîyan gelek endamên Kongresê pesnê operasyonê dan lê hin demokrat jî dibêjin ne diruste ku bêyî erêkirina kongresê biryara operasyonan bidin.

Ji Partîya Komarî, Senator Lindsey Graham li ser twitterê kêfxweşa xwe anî ziman û got; "Berdela kuştin û birîndarkirina Amerîkîyan girantir dibe. Derbeyek mezin li recîma îranê ket ku destê wan di xwîna Amerîkîyan da heye. Silêmanî endamek zalim yê recîma Ayetûllah bû."

Ji Partîya Demokratan, endamê Civata Nûneran Seth Moulton, ku di şerê Iraqê de jî cî girtiye bi fikar e û diyar dike, bi kuştina Silêmanî şerê heremê dikare geştir bibe û dibêje, Serok Trump ne xwedî stratejî ye.

Berbijêrê Serokatiyê yê Partîya Demokratan Joe Biden jî li ser operasyonê daxuyanîyek nivîskî belav kir û got ku Amerîkî ji bo Silmêmanî şînê nakin, ji ber ku li hember leşkerên Amerîkî û bi hezaran bêgunehan sucên giran kiriye. Biden dibeje Silêmanî ji ber sûcên xwe hatiye cezakirin.

Bîden herwiha rexne jî li rêveberiya Trump girt û got; "Rêveberî dibêje bi operasyonê pêşî li êrîşên Îranê digirin lê wisa xuya dike ku ev gav, wê encamê xirabtir bike"