Ji Amedspor re 567 hezar lîre ceza hat dayîn

01 gulan 2026 13:38

Komîteya Disîplînê ya Futbola Profesyonel a Tirkiyeyê 576 hezar lîre cizeya pereyê li Amedsporê birî.

Ji Amedspor re 567 hezar lîre ceza hat dayîn

RûpelNews - Komîteya Disîplînê ya Futbola Pîşeyî (PFDK) derbarê maça Amedspor û Bodrumsporê de ya ku di 26ê Nîsanê de di Lîga Yekem a TFFyê de hat lîstin, biryara xwe ragihand.

Li gorî biryarê, Amedspor ji ber sedemên cuda sê cezayên cuda yên pereyan wergirt.

Hat ragihandin ji ber "bûyerên li qada lîstikê yên ji aliyê alîgiran ve hatine çêkirin" 110 hezar lîre ceza li yaneyê birîn. Ji bo heman maçê, ji ber ku "derence nehatibûn valakirin û ev binpêkirin di sezonê de cara çaremîn pêk hat" 156 hezar lîre cezayek din jî hate birîn.

Klûb ji ber "têxistina temaşevanan a stadyumê bi binpêkirina rêziknameyan" bi 310 hezar lîre hate cezakirin. Tevahî cezayê giştî yê Amedsporê gihişt 576 hezar lîreyan.