Jeffrey: Pêsmergeyên Rojava bi agahiya me çûn ser sînor
PeyamaKurd- Temsîlkarê serokê Amerîkayê yê Trump bo Sûriyê James Jeffrey got: “Pêşmergeyên Rojava bi agahiya me û HSDê bo sînor normal bibe çûn Sûriyê.”
James Jeffrey, tevlî semînereka ku li Atlantik Councilê hat li darxistin bû û pirsa nûçegihanê Rûdawê, di derbarê derbasbûna pêşmergeyên Rojava bo Sûriyê bersivand.
Berdevkê YPG ê Nûrî Mehmûd jî ragihandiye ku ne raste pêşmergeyên Rojava çûne Sûriyê û weha dewam kiriye:
“Tenê bi sedema pira Sêmalka ku bo çûn û hatinê girtiye, koalîsyona navdewletî diviya bo me di rêyeka dinê de alîkariyê bişanda. Me bi rêvebiriya Kurdistanê û koalîsyona navdewletî re hevdîtinan kir û biryar hat dayîn ku rêya El Welîdê bo demeka kurt bê bikaranîn. Yekîneyeka pêşmergeyan yê PDK ê bi konvoyê re hevaltî kiriye lê sînor derbas nebûye.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin