Jeffrey li Tirkiyê ye | Rojava, Herêma Ewle, Minbic û Idlib hat gotûbêjkirin

01 gulan 2019 20:31
Jeffrey li Tirkiyê ye | Rojava, Herêma Ewle, Minbic û Idlib hat gotûbêjkirin

PeyamaKurd – Nûnerê Amerîkayê yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey îro 1ê Gulanê piştî ku gihîşt Tirkiyê, li Enqerê bi Berdevkê Serokomarê Tirkiyê îbrahîm Kalin re hevdîtineke bi qasî 2 saetan pêk anî.

Di hevdîtina li Koşka Serokomariya Tirkiyê de, şanda amerîkî ya bi seroktiya Jeffrey bi rayedarên tirk re li ser mijarên; herêma ewle, bicihanîna nexşerêya Minbicê, avadankirina Sûriyê û rêkeftina Idlibê gotûbêj kirin.

Serokomariya Tirkiyê derbarê hevdîtinê de da xuyakirin ku ‘Di serî de Tirkiyê metirsiyên xwe yên ewlekariya netewî eşkere anîne ziman’.

Li gorî daxuyaniyê, mijara Rojhilatê Firatê ango Rojavayê Kurdistanê jî hatiye rojeva civînê û piştî gotûbêjên şandeyên teknîkî yên herdu aliyan, li ser hemfikir bûne ku bigihîjin encamekê.

Wezareta Derve ya Amerîkayê jî derbarê hevdîtinê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dê di hevdîtinên ligel Tirkiyê de gotûbêj li ser geşedanên dawî yên Sûriyê bên kirin.

Herwiha hat gotin, bi taybet zêdebûna tundiya li bakurê rojavayê Sûriyê û gihandina alîkariyên mirovî di rojeva şanda Amerîkî de ne û dê Amerîka ji bo teşwîqkirina bo çareseriya krîza Sûriyê di çarçoveya biryara Konseya Ewelekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) ya jimar 2254 bêhtir piştgiriyê bixwaze.