Jeffery ji bo vekisîna hêzên amerîkî ji Sûriyê serdana Tirkiyê dike

04 adar 2019 18:00
Jeffery ji bo vekisîna hêzên amerîkî ji Sûriyê serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd - Nûnerê taybet yê Amerîka bo Sûriyê James Jeffrey sibe serdana Tirkiyê dike. Di rojevê de herêma aram ya li bakurê Suriyê û vekişîna hêzên amerîkî heye.

Li gorî agahiyên berdest, James Jeffrey sibe bi  Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal û rayedarên leşkerî re dê bicive.

Şanda leşkerî ya Amerîkî 28'ê Sibatê serdana Tirkiyê kiribû û bi rayedarên leşkerî yên Tirkiyê re civiya bû û derbarê plana vekişîna hêzên amerîkî, rewşa Minbicê, rojhelatê Feratê û avakirina Herêma Aram gotûbêj kiribûn.

Amerîkayê di 19ê berfanbara 2018an  de biryara vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê dabû, lê piştre diyar kiribû ku ew ê 200 leşkerên xwe li rojhilatê Firatê bihêle.