IYI Partî: Divê tabela 'Bozkurt' wek sembola neteweyî bê qebûlkirin

06 tîrmeh 2024 12:34
IYI Partî: Divê tabela 'Bozkurt' wek sembola neteweyî bê qebûlkirin

PeyamaKurd – Parlamenterê İYİ Partiyê yê Hatayê Adnan Şefîk Çirkin ji bo ku tabelaya gurê boz wek "sembola neteweyî ya Tirkan" bi fermî bê qebûlkirin, pêşnûmeqanûn pêşkêşî Meclîsê kir.

Wî bal kişand ser cezayê ku lîstikvana futbolê ya Tirk Merîh Demîral dayê û diyar kir ku divê nîşaneya gurê boz wek sembola çanda tirkan bê qebûlkirin da ku li dervayê welat şaş fam nekin.

Parlamenterê İYİ Partiyê destnîşan kir ku nîşaneya gurê boz di dîrokê de li hemû dewletên Tirkiyeyê hatiye bikaranîn û bal kişand ser girîngiya pênasekirina vê sembolê wekî nirxeke neteweyî.