ITC ragihand: "Em ê sibê li Kerkûkê xwepêsandan bikin”
PeyamaKurd – Cepha Turkmen ya Iraqê (ITC) qebûl nekiribû ku tevlî civîna Bexdayê bibe û YNK li Bexdayê parêzgerê Kerkûkê bi 9 endamên meclisa Kerkûkê ve bijartibû û Rebwar Taha kiribûn parêzgerê Kerkûkê.
ITC, ragihand ku piştî tevlî civîna nebûye û red kiriye, di ser medya civakî de êrîşê wan kirine û wê sibê bi qelebalixekî mezin xwepêşandanekî bikin. ITC ragihand ku armanca wan ne kursî û maqame lê ew mafê netewî yê Turkmenan diparêzin.
Di daxwuyaniya ITC de hat gotin ku wê zimanê xwe qet çepel nekin, ji bo hûqûq bicîh bibe û berjewendiyên hemû terefan bên parastin, dê têbikoşe. ITC, dê sibê an ku di 13ê Tebaxê de, seet di 18.00an de li ber avahiya parêzgeha Kerkûkê xwepêşandan bike.
Ji bo rêvebiriya Kerkûkê, 9 endamên meclisa Kerkûkê bi serpereştiya YNKê, di 10ê Tebaxa 2024an de li Bexdayê li otêla Reşid civîn kiribû bê ku endamên PDKê, Turkmen û 3 endamên Ereb yên meclisê tevlî bibin.
Di civînê de YNK Rebwar Taha kiribû parêzgerê Kerkûkê û ji Ereban Muhammed Hafiz kiribû serokê meclisa Kerkûkê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin