Îsweç: Mafê Kurdên li Îsweçê ne di talûkê de ye
PeyamaKurd – Wezîra karên derve ya Îsweçê Ann Linde li ser mijara endamtiya NATO yê ku têgotin Îsweç tawîzan daye Tirkiyê da bibe endamê NATO yê axifî. Linde li ser mijara Kurda weha got:
“Ji aliyê Kurda de ti talûke tineye ku mafên Kurda an mafên wan yên mirovî di talûkê de ye.”
Wezîra karên derve ya Îsweçê Linde ji bo rojnama Aftonbladet ê mijarê weha ragihand:
“Heya delîlekî an nîşaneyekî tine be ku tevlî sûcên terorê bûne, em ê ti kesî îadeyê Tirkiyê nekin. Em ji Erdoğan re serî daneynin.”
Linde ji bo civîna NATO yê li Îspanya li Madrîde ye û ji bo radyoya Îsweçê mijarê weha ragihandiye:
“Em ê mafên demokratîk yên ku mirov xwediyê wanin neguhêrin. Lê li aliyê dinê ji bo sûcên terorê em ê tedbîrên tund bistînin. Divê Îsweç ne ciyê ku terorîst xwe dispêrinê be.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin