Îstîxbarata Tirkiyê girtina du endamên PKKê ragihand
PeyamaKurd – Ajansa Îstîxbarata Tirkiyê (MÎT) bi daxuyaniyekê diyar kir, du endamên PKKê yên bi navên Hatîp Guney û Aya Ahmet Silêman bi operasyonekê desteser kirin û veguhestin Tirkiyê.
Ajansa Anadoluyê diyar kir, MÎTê 2 endamên PKKê, Hatîp Guney ê wek Şahan/Cîhan û Aya Ahmet Silêman a wek Tekoşîn Qamişlo/Ciwan li Kampa Mexmûrê bi operasyonekê desteser kirin û birin Tirkiyê.
Herwiha çavkaniyên ewlehiyê ji Ajansa Anadolu re destnîşan kirin, MÎTê li yek ji navendên herî girîng ên PKKê ya li Kampa Mexmûrê operasyon pêk aniye û ew her du endamên PKKê desteser kirine.
Di berdewamiyê de ragihand, Hatîp Guney sala 2019ê bi rêyên qaçax li ser Wan û navçeya Elbak a Bakurê Kurdistanê re derbasî Îranê bûye û pişt re jî derbasî Iraqê bûye û perwerde ji PKKê sitendiye. Pişt re ew şandine Kampa Mexmûrê, piştî perwerdeyên îdeolojîk û çek di asta fermandarê tîmekê de erk sitendiye.
Li ser Aya Ahmet Silêman jî hat diyarkirin, ew di sala 2015ê de tevlî PKKê bûye, sala 2017ê ji Sûriyê derbasî Iraqê bûye û li Çiyayê Garê perwerde dîtiye, li herêmên Avaşîn û Basya jî xebat kiriye û pişt re sala 2018ê derbasî Kampa Mexmûrê bûye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin