Îstixbarata Tirkiyê girt ser 2 malên welatiyên Kurd û 2 kes girtin
03 hezîran 2023 16:32
PeyamaKurd – Li bajarê Cindirêsê yê herêma Efrînê, Îstixbarata Tirkiyê girt ser 2 malên welatiyên Kurd û 2 kes girtin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir, roja Pêncşemê hejmarek endamên Îstixbarata Tirkiyê girtine ser mala welatiyê Kurd Nûrî Îzet Erebo li nav bajarê Cindirêsê û welatiyê navborî desteser kirine.
Rêxistina navborî eşkere kir, di heman demê de, Îstixbarata Tirkiyê girtiye ser mala welatiyê Kurd Sibhî Mîro ku xelkê gundê Tilsilorê ye, û ew jî desteser kiriye.
Rêxistina Mafên Mirov a Efrînê destnîşan kir, her du welatî ji bo cihekî ne diyar hatine birin û heta niha çarenivîsa wan nehatiye zanîn.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê 5 welatiyên Kurd girtin
04 nsn 2022
Jiyan
Hesda Seibî: Me çekdarekî DAISê yê ji Tirkiyê hatibû girt
19 mjd 2025
Jiyan
Fransa, 2 hemwelatiyên xwe yên li Îranê girtîbûn serbest da berdan
05 mjd 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin