Îsraîlê pistî mosekbarana Hizbullaha Lubnanê dest bi bombebaranê kir

06 tebax 2021 18:12
Îsraîlê pistî mosekbarana Hizbullaha Lubnanê dest bi bombebaranê kir

PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand, bi 10 moşekan girên Golanê hatine hhedefgirtin ku Hîzbullaha Lubnanê berpirsyariya xwe li ser wan êrîşan ragihand.

Hat diyarkirin ku artêşa Îsraîlê wan deverên ku moşek ji wir hatine avêtin, bombebaran dike û balafirên şer ên Îsraîlê ji gelek nêz ve li ser çiyayê Lubnanê difirin.

Ajansa fermî ya Lubnanê eşkere kiriye ku moşek ji devera Erqûb a başûr ve hatine avêtin.

Serokwezîrê Îsraîlê Naftalî Bennet civîneke awarte piştî êrîşê li dar xist ku Wezîrê Berevanî û Serokerkan di civînê de beşdarî kirin.

Îsraîlê dest bi lêkolîn û pêwendiya bi wan deverên bombekirî kiriye.

Herwiha li gorî zanyariyan, li deverên sînorî yên navbera Îsraîl û Lubnanê şer û pevçûn derketine û balafirên şer ên Îsraîlê çavdêriya deverê dikin.