Îsraîlê li Samê hezên Îran û Hizbullahê bombardiman kir

12 rêbendan 2019 11:56
Îsraîlê li Samê hezên Îran û Hizbullahê bombardiman kir

PeyamaKurd - Balafirên şer ên Îsraîlê şevê din li Şamê û gundewarê başûrê Şamê binkeyên Îranê û Hizbullahê li derdora balafirxaneya navdewletî bombardiman kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên (SOHR) daxuyakirin, derengiya şevê hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanî yên li derdora Balafirxaneya Navdewletî ya Şamê û bajarokê Kiswe yê li başûrê Şamê ji aliyê balafirên Îrsaîlê ve bi moşekan hatine bombebarankirin û tunekirin.

Li ser êrîşa Îsraîlê artêşa Sûriyê ragihand ku şeva borî li saet 23:15an balafirên Îsraîlê êrîşî derdora Şamê kirine û sîstema parastina hewayî ya Sûriyê jî çend moşekên Îsraîlê anîne xwar.

Îsraîlê beriya niha 25ê Kanûna 2018an jî bingehên leşkerî yên Îranê li Şamê bombardiman kiribû.