Îsraîlê hisyariyê da Lubnanê

25 tîrmeh 2020 00:01
Îsraîlê hisyariyê da Lubnanê

PeyamaKurd- Artêşa Îsraîlê hişyariyê da hukumeta Lubnanê û got her êrîşa ji aliyê Lubnanê de here ser Îsraîlê, hukumeta Lubnanê jê berpirse û hişyariyê da hukumeta Lubnanê. Artêş ragihandina xwe bi awayekî nivîskî da û weha got:

“Artêşa Îsraîlê bi bicîhkirina yekîneyên xwe, bi guhertinên xwe yên îstîxbaratî yên pêşkeftî yên sehayê, amadekariya xwe ya ser sînorê xwe yê bakûr bo ji dijmin xwe biparêze, temamê amadekariyên xwe zêde dike.”

Vê beyana artêşa Îsraîlê, ket wexta ku li Sûriyê endamekî Hîzbûllahê hatiye kuştin.

Roja duşemê, li payîtexta Sûriyê li Şamê, nêzî balafirgehê, Îsraîlê êrîş biribû ser baregehekî û di encamê de yek ji wan endamê Hîzbûllahê 5 kes miribûn. Rejîma Esed ragihandibû ku li pişt êrîşê Îsraîl heye lê Îsraîl ti beyanekî nedabû.