Îsraîlê gef li Hizbullahê xwar: Emê Beyrûdê jî bikin Xeze!
12 mijdar 2023 17:30
PeyamaKurd – Wezîrê Berevanayia Îsraîlê Yoav Gallant, gef li Hizbûllaha Lubnanê ku Îran piştevaniya wê dike xwar.
Gallant got, heke Hizbullah Lubnanê bixe nav şer, “Emê Beyrûdê jî bikin wekî Xeze û qedera wê eynî wek Xezeyê be’.
Wezîrê Îsraîlî serdana xaleke leşkerî ya sînorê Lubnanê kir û diyar kir, "Em dikarin tiştên me li Xezeyê kiriye li Beyrûdê jî bikin. Heke Hizbullah xetayên wiha bike, wê bedêla vê pêşî welatiyên Lubnanê bidin.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, Hizbullah ji destpê şerê Îsraîl-Hemasê jî êrîşên biçûk li sînorên Îsraîlê dike, lê heta niha neketiye nav şerekî giştî bi Îsraîlê re.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îsraîlê gefa Hizbullahê li Lubnanê xwar: Wêran bikin!
31 trm 2020
Jiyan
Îsraîlê li Beyrûdê kustina fermandarekî din ê Hizbullahê ragihand
04 cot 2024
Cîhan
Bang li Amerîka û Îsraîlê: Pistgiriya Kurd û Durziyan bikin
08 brf 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin