Îsraîlê êrîşî stadyuma 12 hezar kesî kir
Di êrîşên Îsraîlê yên îro li Îranê de, Stadyuma Azadiyê ku mazûvaniya maçên futbolê yên navneteweyî dike û 12 hezar kesan dihewîne e, zirar dît.
RûpelNews - Li gorî agahiyên ku ji aliyê ajansa nûçeyan a nîv-fermî ya Îranê Tasnim ve hatine ragihandin, di êrîşên ku ji aliyê Amerîka û Îsraîlê ve li ser Tehranê de, stadyumeke 12 hezar kesî jî bûye hedef.
Hate ragihandin ku cihê navborî Stadyuma Azadiyê ya li rojavayê paytextê ye. Ev stadyum bi mazûvaniya maçên futbolê yên navneteweyî dihat nasîn.
Hat ragihandin ku di êrîşê de hola sereke ya nav kompleksê ku mazûvaniya maçên voleybolê dikir, avahiya nû ya Federasyona Bisîkletê ya Îranê û wargeha werzişvanan, tesîsa hewza avjeniyê ya sereke û beşên girêdayî Federasyona Belemvaniyê hatin wêrankirin.
Hat ragihandin ku hedefeke din a êrîşan Kompleksa Werzîşê ya Besat a li başûrê Tehranê bû. Heft mûşekên ku ji balafirên şer hatin avêtin, rasterast kompleks kirin armanc.
Hejmara miriyan digihîje 1230
Li gorî medyaya Îranê, hejmara kesên ku ji roja şemiyê ve di êrîşan de hatine kuştin, gihîştiye 1230.
Heyva Sor a Îranê ragihand ku li seranserê welêt li 636 cihan 1332 êrîş hatine kirin.
Li gorî vê yekê herî kêm 105 wargehên sivîl, 14 navendên tenduristiyê û 7 tesîsên Heyva Sor hatine armancgirtin.
