Îsraîlê êrîsî ser avahiya Neteweyên Yekgirtî kir: 9 kustî û 75 birîndar hene
25 rêbendan 2024 02:35
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê li Şerîda Xezzayê êrîşê avahiya Neteweyên Yekgirtî kir û di encamê de 9 kes hatin kuştin û 75 kes birîndar bûn. Artêşa Îsraîlê nehişt ku tîmên NY bigihên ciyê bûyerê.
Avahiya Neteweyên Yekgirtî li Şerîda Xezzayê li nav bajarê Xan Yûnisê ye û tê de 800 koçberên Fîlîstînî hene. Avahî ya UNRWA ye ku alîkariya mirovî dide koçberên Fîlîstînî.
Rêvebirê Ajansa UNRWA yê, yê Xezzayê Thomas White ragihand ku tankên Îsraîlê îro piştî nîvro êrîş kiriye û 2 gulên tankê li avahiyê ketine.
White got ku di êrîşê de heya niha 9 kes mirine û 75 kes birîndar bûne. Tîmên UNRWA yê û WHOyê xwestine xwe bigihînin ciyê bûyerê lê artêşa Îsraîlê nehiştiye.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îsraîlê êrîs bir ser dibistana Neteweyên Yekgirtî: 6 xebatkarên NY mirin
12 îln 2024
Cîhan
Seso: Wê ji ser Çiyayê Singalê êrîsî Îsraîlê bikin
24 mjd 2024
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin