Îsraîlê êrîs bir ser pêgehên artêsa Sûriyê
PeyamaKurd - Firokeyên Îsraîlê êrîş birin ser navendên leşkerî yên artêşa Sûriyê li parêzgehên Hema û Tertûsê.
Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirovan belav kir, firokeyên şer ên Îsraîlê devera di navbera bajarokê Misyaf û Wadî Iyon ya parêzgeha Hemayê û bajarê Banyasê li parêzgeha Tertûsê bombebaran kirin, ku pêgehên hêzên Îranî li deverê hene.
Ji aliyê xwe ve, ajansa fermî ya rejima Sûriyê SANAyê ragihand, firokeyên Îsraîlî ji rojaveyê Beyrûtê paytexta Libnanê ve ber bi parêzgeha Tertûs û Hemayê hatin û hejmarek pêgehên leşkerî kirin armanc, lê sîstema berevaniya esmanî hejmarek ji moşekan anîne xwarê.
Demek e firokeyên Îsraîlî pêgehên leşkerî li Sûriyê bombebaran dikin û dibêjin ew navendên Îranî yên li Sûriyê dikin armanc.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin