Îsraîlê bi mosekan êrîsî bingeheke esmanî ya Sûriyê kir
09 cotmeh 2021 14:29
PeyamaKurd – Îsraîlê bi moşekan êrîşî bingeheke esmanî ya Sûriyê kir û di encamê de 6 serbazên Sûriyê birîndar bûn.
Li gor ajansa SANA ya Hikûmeta Sûriyê diyar kir, şeva borî derdora saet 21.00, Îsraîlê hejmarek moşek arasteyî Balafirxaneya T4 li gundewarê Humsê ya li naverasta Sûriyê kir.
Zanyariyan eşkere kir, di encama wê êrişê de, 6 leşker birîndar bûn û ziyaneke madî jî gihîşt wê bingeha serbazî.
Li gor çavkaniyên xwecihî, êrîşê cihê embarkirina dronan li nava wê balefirxaneya serbazî kiriye armanc.
Îsraîlê berpirsyaretiya xwe ji encamdana êrîşê ranegihandiye, lê diyar dike, ew rê nadin Îran pêgeha xwe li Sûriyê bihêz bike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Hizbullaha Lubnanê bi mosekan êrîsî Îsraîlê kir
28 cot 2023
Jiyan
SANA: Îsraîlê bi mosekan êrîsî Sûriyê kir!
14 îln 2023
Cîhan
Îsraîlê êrîsî sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê kir
03 îln 2021
Cîhan
Bi mosekan Îsraîlê êrîsî bingehên artêsa Sûriyê kir
04 sbt 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin