Îsraîlê bi balafiran li hedefên Hîzbûllahê yên Lubnanê xist

08 mijdar 2023 02:06
Îsraîlê bi balafiran li hedefên Hîzbûllahê yên Lubnanê xist

PeyamaKurd – Îsraîlê li hemberê êrîşên ku ji axa Lubnanê, Hîzbûllahê kiriye ser axa Îsraîlê, bi balafiran êrîşê bir ser hedefên Hîzbûllahê. Di nav hedefan de baregehên sîlihan û binkeyên ku Hîzbûllah ji wan roketan davêjin hene. Ragihandin ji terefê artêşa Îsraîlê de hat kirin.

Artêşa bi daxwuyaniya xwe re dîmenên êrîşên hewayî jî bi çapemeniyê re parvekir.