Îsraîlê alîyê xwe yê serê muhtemel ê Ûkraynayê eskere kir...

21 sibat 2022 16:07
Îsraîlê alîyê xwe yê serê muhtemel ê Ûkraynayê eskere kir...

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îsraîlê Yair Lapid, derbarê krîza Ûkraynayê de daxuyanî da û aliyê Îsraîlê yê di şerekî muhtemel de eşkere kir.

Lapid da zanîn ku Rûsya amadekariya dagirkirineke muhtemel a Ûkraynayê dike û heger şer derkeve jî ew dê li kêleka Amerîkayê cî bistînin.

Yair Lapid di bernameyeke televîzyonê ya Îsraîlê de ev daxuyanî da û got, em hewl didin pêwendiyên baş ên ligel Rûsyayê berdewam bikin û mijara sepandina dorpêçên ser Rûsyayê jî divê bi awayekî cuda bê nirxandin.