Îsraîl êrîsê rojhilat û basûrê Lubnanê kir: 36 kustî û 17 birîndar hene
26 mijdar 2024 22:02
PeyamaKurd – Di êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya ser Lubnanê de, herî kêm 36 kes mirin û 17 kes birîndar bûn. Li gor ajansa xeberan ya Lubnanê; li rojhilatê Lubnanê di êrîşa ser bajarê Baalbek-Hermelê de, li gundê Nabi Chitê di daîra apartmanê de 8 kes û li Hermelê 3 kes bi temamî 11 kes mirin.
Li başûrê Lubnanê jî di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de, li gundê Maarake 9 kes, li gundê Ayn Baalê 3, li qeseba Gaziyye 2, li bajarê Sûrê 10 û li gundê Yuhmurê 1 kes bi temamî 25 kes mirin. Ajansê her weha got ku di êrîşên ser Sûrê de, 17 kes birîndar bûne.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Îsraîlê zêdetirî 20 êrîsên esmanî li basûrê Lubnanê pêk anîn
09 adr 2025
Cîhan
Îsraîl: Artêşa Lubnanê bi Hizbullahê re hevkariyê dike
23 brf 2025
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin