Îsraîl: Me ji bilî Xezzeyê êrîsî welatekî din jî kir
PeyamaKurd – Serokê Serfermandariya Îsraîlê Avîv Kohavî, bi daxuyaniyekê diyar kir, di dema êrîşên di 5ê Tebaxê de destpê kirin û 3 rojan berdewam kir de, ji bilî Filîstînê êrîşî hedefeke li welatekî din jî kirine.
Li gorî nûçeya Saziya Raya Giştî ya Weşanê ya Îsraîlî (KAN) Kohavî eşkere kiriye ku ji bilî Xezzeyê, êrîşî welatekî din jî kirine.
Kohavî destnîşan kir: “Deh roj berê Artêşa Îsraîlê (rêvebirekî Tevgera Cîhadî ya Îslamî) Teysîr el-Ceberî bêkêmasî armanc kir û li Şerîaya Rojava operasyoneke desteserkirinê pêk anî. Herwiha êrîşî welatekî din jî kir û sînorên xwe yên din jî parast.”
Kohavî li ser navê welat û xala ku êrîş kirinê û awayê êrîşê jî tu zanyarî parve nekir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin