Îsraîl: Me bajarê Gazzeyê bi temamî dorpêç kir

06 mijdar 2023 11:40
Îsraîl: Me bajarê Gazzeyê bi temamî dorpêç kir

PeyamaKurd - Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî diyar kir ku wan Şerîda Gazzeyê ya dorpêçkirî kirine du parçe û bajarê Gazzeyê bi temamî dorpêç kirine. 

Hagarî di civîna çapemeniyê de derbarê êrîşên li ser Gazzeyê de daxuyanî da. 

Hegarî diyar kir, hêzên Îsraîlî bajarê Gazzeyê bi temamî dorpêç kirine û Şerîda Gazzeyê kirine du par û got, "Îro bakurê Gazzeyê û başûrê Gazzeyê heye." 

Herwiha Hagarî eşkere kir, ew ê destûrê bidin sivîlên Filistînî yên li bakurê Gazzeyê jî derbasî başûr bibin. 

Hegarî li ser pirsa êrîşên li ser Gazzeyê jî got, hêzên Îsraîlî niha li herêmê êrîşên berfireh dikin.