Îsraîlê ji hewa de li gundên bajarê Humûs a Sûriyê xist

14 mijdar 2024 02:22
Îsraîlê ji hewa de li gundên bajarê Humûs a Sûriyê xist

PeyamaKurd – Li gor çapemeniya Sûriyê; balafirên Îsraîlê ji hewayê de li gundên bajarê Hûmûsê ya Sûriyê li devera el-Kuseyrê xistiye û sedem jî ku Hîzbûllah li wê derê xwe dide hev. Sîstema bergiriya hewayî ya Sûriyê bersiva êrîşê daye.

El Kuseyr, nêzî sînorê Lubnan-Sûriyê ye û lêxistina wê derê bi sedema Hîzbûllah li wê derê xwe birêdixe. Di encama êrîşê de çi zerar çêbûye nehat ragihandin û Îsraîlê jî heya niha li ser êrîşê ti daxwuyanî nedaye.