Îsraîl: Hemas dikare li derveyê Îsraîlê jî hêrisî Îsraîlî û Cihûyan bike

23 tebax 2024 17:17
Îsraîl: Hemas dikare li derveyê Îsraîlê jî hêrisî Îsraîlî û Cihûyan bike

PeyamaKurd - Li gor nûçeya kanal 12 ya televizyona Îsraîlê ku spartiye jêderên Filistînî, Hemas plan dike ku tola kuştina Serokê Baskê Siyasî yê xwe Îsmaîl Heniye ku li Tehranê hatibû kuştin, bi hêrişên derveyê Îsraîlê hilîne.

Li gorî rojnameya Times of Israel, Kanal 12ê vê plana Hemasê, wek guhertina stratejiya asayî ya şerê rasterast ê bi Îsraîlê re nirxand.

Hemasê, ligel Îranê soza tolhildana kuştina Heniyeyê ku meha borî li Tehranê beşdarî merasima sondxwarinê ya Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bû, dabû.

Ji hêla din ve Îsraîlê ne berpirsiyariya kuştina Heniye qebûl kir û ne jî red kir.

Rayedarên ewlehiyê yên Îsraîlî berê jî dîyar kiribûn ku Hemas, Hizbullah an Îran dikarin li dijî kuştina Îsraîliyan yan jî cihûyan li derveyê Îsraîl û herêmê çalakî û hêrişan pêk bînin.