Îsraîl êrîşî Civata Pisporan a rêberê Îranê hildibijêre kir
Hate ragihandin ku di êrîşa Îsraîlê de avahiyek li bajarê Qomê ya Civata Pisporan, ku xwedî desthilata hilbijartina rêberê Îranê ye, bûye hedef.
RûpelNews - Televîzyona dewleta Îranê ragihand ku êrîşek li ser avahiya Civata Pisporan a li bajarê Qomê hatiye kirin.
Şeva borî, herêma ku avahiya Civata Pisporan li Tehranê lê ye jî di êrîşan de hatibû hedefgirtin.
Hat ragihandin ku herdu avahî beriya êrîşan hatibûn valakirin, ji ber vê yekê ti ziyanên canî çênebûn.
Dîmenên di medyaya civakî de nîşan dan ku avahî bi giranî zirar dîtiye.
Li Îranê, Civata Pisporan piştî mirina rêberê welêt, cîgirê wî diyar dike.
Li gorî destûrê, Civata Pisporan xwedî desthilat e ku "Rêber"î hilbijêre, çavdêriya wî bike û heger pêwîst be, wî ji kar dûr bixe.
Civata Pisporan ji 88 endaman pêk tê ku her heşt salan carekê rasterast ji aliyê gel ve tên hilbijartin.
Kesên ku dixwazin ji bo Civata Pisporan bibe berbijêr, divê herwiha ji aliyê Encûmena Parêzvanan ve jî bên pejirandin.
