Îsraîl: “Em bi pistgiriya Kurdan sanaz in”

07 mijdar 2019 01:31
Îsraîl: “Em bi pistgiriya Kurdan sanaz in”

PeyamaKurd- Piştî ku Tirkiye bo ser Rojavayê Kurdistanê operasyonê kir, cîgira wezîrê karên derve ya Îsraîlê Tzipi Hotovely ragihand ku ew bo Kurdên Rojava alîkariyê dikin.

Li gor ragihandina VOA yê Hotovely di axaftina xwe ya meclisê de axifî û weha got:

“Pêşniyara me di meclisê de hat qebûlkirin. Îsraîl bi taybetî di seha dîplomatîk û mirovî de daxwaza alîkariyê sitend. Em halê Kurda yê ku tê de ne baş fêm dikin û bo wan di gelek kanalan de alîkariyê dikin. Dema em bi Amerîkayiyan re diaxifin em rastiya Kurdan bo wan dibêjin. Em şanazin ku layangiriya Kurda dikin.”

Cîgira wezîr di axaftina xwe de got ku Kurd di herêmê de nerm û layangirên rojava ne. Rola wan diparastina hêzên kêmneteweyên din de geleke. Eger li Rojava kêm bikevin, ji aliyê Îsraîlê de gelek xerabe û talûkeye. Pêşdeçûneka weha di herêmê de tê vateya xurtbûna Îranê û pêşdeçûna layangirên wan.