Îsraîl car din êrîs kir ser Sûriyê

26 hezîran 2018 17:15
Îsraîl car din êrîs kir ser Sûriyê

PeyamaKurd- Îsraîl bi fuzeyan ji hewa de êrîş bir ser der û dora balafirgeha Şamê ya navdewletî. Îsraîl, di salên dawiyê de êrîş dibe ser baregehên leşkerî yên ku di bin kontrola Îranê de ne û bo Îsraîlê tehdîd in.

Ajansa Sûriyê ya fermî SANA do piştî nîvê şevê, nûçeyê belav kir û ragihand ku 2 fuzeyên Îsraîlê li dora balafirgeha Şamê ya navdewletî ketine. Hêzên rejîmê bersiva fuzeya dan lê fuzeyên rejîmê li ser esmanê bajarê Derayê ji aliyê artêşa Îsraîlê de anîn jêr.

Rejîm ceribandineka dinê kir û platforma fuzeyên ku balafirên Îsraîlê jê radibin xiste armanc. Piştî êrîşê balafirên şer yên Îsraîlê li ser esmanê bajarên Dera û Quneytrayê bo demeke dirêj firiyan.

Îsraîl hêj beyanek nedaye lê êrîş bo baregehên Îranê yên ku li ser axa Sûriyê hatine danîn in.