Îsraîl: Bi êrîsa ser Balafirgeha Samê re, rê li ber sandina çekên Îranê hat girtin
PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê çend roj berê Balafirgeha Şamê ya Sûriyê kiribû armanc û depoyên çekan ên komên çekdarên girêdayî Îranê yên li nav balafirgehê teqandibûn. Herwiha di êrîşê de ziyan gihîştibû balafirgehê û balafirgeh hatibû ragirtin.
Li ser mijarê medya Îsraîlê ragihandiye ku bombebarankirina Balafirgeha Şamê ji aliyê Îsraîlê ve rê li ber birina çekên Îranê girtiye.
Hatiye diyarkirin ku berî bombekirina Balafirgeha Şamê ku êrîş 10ê Hezîranê hatibû kirin, Îsraîlê Rûsya jî agahdar kiriye.
Li gorî zanyariyên îstixbaratî yên Îsraîlê, Îranê di demên dawî de balafirên bêmirov û çekên pêşketî vediguhestin Sûriyê bi rêya Balafirgeha Şamê û di encama êrîşa dawî ya Îsraîlê de jî rê li ber ji sedî 70yê çekên ji Îranê bo Sûriyê têne şandin hatiye girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin