Îsal, rêjeya gestiyarên Hewlêrê gihîst asteke bilind
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Geştûguzariya Herêma Kurdistanê ve hatin ragihandin, rêjeya geştiyarên ku di 5 mehên îsal de serdana Hewlêrê kirine, gelek zêde ye.
Agahiyên li ser rewşa îsal a geşûguzariya herêmê, ji aliyê Rêveberê Giştî yê Geştûguzariya Hewlêrê Diler Muhammed ve hatin ragihandin û hat diyarkirin ku amadekariyên mazûvaniya geştiyaran a ji bo werza havînê, di asteke gelek baş de ne.
Diler Muhammed ragihand ku ewlehî mifteya seferberiya geştuguzariyê ye û got, "Her wiha ji bo geşepêdana sektorê, dayîna her cure derfetan ji bo geştyaran girîng e."
Her wiha Muhammed di derbarê daneyan de jî hûrgilî parve kirin û da zanîn ku di 5 mehên sala 2023yan de 500 hezar û 937 geştiyaran serdana Hewlêrê kirine û tekez kir ku ew li bendê ne ev hejmar derkeve asteke baştir.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin