Îro îdareya serbixwe li bajarê Soranê bi amadebûna Serokwezîr tê ragihandin

14 îlon 2021 14:30
Îro îdareya serbixwe li bajarê Soranê bi amadebûna Serokwezîr tê ragihandin

PeyamaKurd – Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro îdareya serbixwe li bajarê Soranê tê ragihandin.

Beriya niha, bi îmzeya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî biryar hat dayîn, Soran û Zaxo bibin îdareyên serbixwe û wezaretên pêwendîdar bi cibicîkirina wê biryarê hatin raspardin.

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di karnameya xwe de soz da tevahiya xizmetguzariyên giştî ji bo derveyî navendên parêzgehan veguhêze, ji bo welatî neçar nebin riyeke dûr bibirin û biçin navendên parêzgehan.

Soran, herêmeke geştiyarî, şûnwarî û bazirganî ye, 120 k.m ji bajarê Hewlêrê dûr e û dora 200 hezar kes lê dijîn. 4 nahiye (Xilêfan, Sîdekan, Diyana û Serşeme) û 364 gund ser bi Soranê ve ne.