Iraqiyan li dijî hejmûna Îranê deng da
PeyamaKurd - Welatiyên Iraqê di hilbijartinê de diyar kirin ku ew li dijî bandora Îranê ne û dixwazin serbixwe bibin.
Li encamên 12 parêzgahên Iraqê ku Komîsyona Hilbijartinê ragihandin, Hereketa Saîrûn ya bi pêşengiya Muqteda Sedr yekemîn e û teqrîben 60 parlamenterî derdixîne.
Li gor vê encamê Sedr halê hazir jimara kursiyên xwe du qatî kiriye û ji 32an derxistiye 60î.
Ev encam wê yekê nîşan didin ku dengdêrên Iraqê partiyên yekser bi Îranê ve girêdayî ne napejirînin û dixwazin ji bin tesîra derve derkevin.
Muqteda Sedr bi daxuyaniyên li dijî bandora Îranê li Iraqê tê zanîn û çend caran ragihandiye ku divê Îran dest ji Iraqê bikişîne.
Sedr bi vî aliyê xwe fikra Şîîtiya Erebî li dijî Şîîtiya Îranê temsîl dike.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin