Îraqê ragihand: Bi Siûdî re di hin mijaran de me li hev kir

19 nîsan 2019 10:41
Îraqê ragihand: Bi Siûdî re di hin mijaran de me li hev kir

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îraqê Muhammed Ali Hekim ragihand ku bi Erebistana Siûdiyê re di hin mijarên ewlekarî û îstîxbarî de li hev kirine.

Muhammed Ali Hekim diyar kir ku bi Riyadê re peywendiyeke li ser esasê pêbaweriyê hatiye avakirin.

Hekimî da xuyakirin ku di hevdîtina Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Ibrahim El Assaf û Wezîrê Dewletê yê Adil el Bubeyr re li ser muafiyeta vîzeyan jî gotubêj kirine.

Li forumê mijarên weke hilberîna kahrebê, ptrol û gaza xwezayî, restorasyona binesaziyê, paqihkirina avê û mijarên madenê hatine guftugo kirin.