Iraqê ji Tirkiyê berdana ava Firat û Dicleyê xwest

18 tîrmeh 2022 03:40
Iraqê ji Tirkiyê berdana ava Firat û Dicleyê xwest

PeyamaKurd – Wezîrê Çavkaniyên Avê yê Iraqê Mehdî el-Hamdanî, bi Nûnerê Taybet ê Serokomarê Tirkiyê yê Iraqê Veysel Eroglu re axivî û daxwaza berdana ava Dicle û Firatê bi ser erdên Iraq û Kurdistanê de kir.

Di civîna ku bi rêya vîdyokonferansê hat kirin de, Hamadanî daxwaza zêdekirina rêjeya ava çemên Dicle û Firatê ji Tirkiyê kir û xwest, Tirkiye vê mijarê ji nû ve binirxîne.

Eroglu jî diyar kir ku ew dê vê daxwaza Iraqê bigihîne berpirsên Enqerê. 

Hat diyarkirin ku rayedarên herdu welatan, ji bo lêkolîna li ser çavkaniyên avê û rezervan hevnêrîn bûne û wê Wezîrê Iraqî serdana bendavên Tirkiyê jî bike.

Hamadanî berî niha jî dabû xuyakirin ku ava ku ji ser Tirkiyê tê Iraqê ji sedî 60 kêm bûye.

Tê gotin ku bi çêkirina bendava Ilisu ya Heskîfê re, ava ku diçe Iraqê ji sedî 34 kêm bûye û firtoneya qûmê ya li Sûriye û Iraqê jî bûye sedema kêmbûna avê hişkesaliyê.