Iraqê ji bo koçberên li ser sînorê Ewropayê asê mane 300 milyon dînar dabîn kir
PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Iraqê, ji bo koçberên Iraqê yên li ser sînorê Belarus, Polanda û Lîtwanyayê asê mane û dixwazin vegerin, 300 milyon dînar dabîn kir.
Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Iraqê, di civîna xwe ya roja Sêşemê 9ê Mijdara 2021an de, Encûmena Wezîran a Iraqê razî bûye ku Wezareta Darayî 200 hezar dolar angu 300 milyon dînar taybet bi rewşên awarte, ji Wezareta Karên Derve re dabîn bike.
Ofîsa Mistefa Kazimî eşkere dike, ew pere ji bo alîkariya wan koçberên Iraqî ye ku li ser sînorên Belarus, Lîtwanya û Polanda asê bûne û dixwazin vegerin Iraqê.
Iraqê roja 7ê Tebaxê biryar dabû, ku hemû geştên ji bo Belarusê werin sekinandin. Herwiha beriya çend rojan Hikûmeta Iraqê nûneratiyên dîplomatîk ên Belarusê yên li Bexda û Hewlêrê girtin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin