Iraq û Sûriyê rêkeftina ewlekariyê îmze kir

13 gulan 2024 22:04
Iraq û Sûriyê rêkeftina ewlekariyê îmze kir

PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemir Şemerî ragihand ku wan bi Sûriyê re rêkeftina hevkariya ewlehiyê îmze kiriye.

Wezîrê Navxwe yê Iraqê Ebdulemîr Şemerî û hemkarê xwe yê Sûriyê Muhamed Xalid el-Rehman hevdîtin kirin.

Di civîna hevpar a rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de, Şemerî ragihand, wan di civînê de hemû mijarên rojevê axivî ne û rêkeftina hevpar a hevkariya ewlekariyê jî hatiye îmzekirin.

Şemerî diyar kir ku naveroka rêkeftinê têkoşîna dijî madeyên hişber, kontrola sînoran, radestkirina tawanbaran, tawanên rêxistinî û spîkirina diravan li xwe digre.

Wezîrê Iraqê da zanîn ku wê rêkeftin di demeke nêzîk de bikeve meriyetê.