Iraq: Rezerva me ya pereyên biyanî, dê ji 90 milyar dolaran derbas bibe

25 gulan 2022 18:13
Iraq: Rezerva me ya pereyên biyanî, dê ji 90 milyar dolaran derbas bibe

PeyamaKurd-Wezîrê Karên Darayî yê Iraqê Elî Ellawî ragihand ku rezerva pereyê biyanî ya Bankaya Navendî, dê heta dawiya salê ji 90 milyar dolaran derbas bibe.

Elî Ellawî, bi rêya Ajansa Fermî ya Iraqê INAyê ragihand ku kêmbûna nirxê dînarî ya li hember dolarê Amerîkî, bû sedem ku rezervên pereyên biyanî yên ku di Bankaya Navendî de bûn, werin parastin. Ellawî da zanîn ku di hawirdora ku buhayê petrola xam baş bûne de heta dawia salê, dê rezervên pereyê berdest ji 90 milyar dolaran derbas bibe. Wezîrê Karên Darayî yê Iraqê ragihand ku ev rêje ji bo iraqê dê bibe asta rekorê.

Elî Ellawî bal kişand ser başbûna buhayên petrolê û da zanîn ku rezervên girêdayiyê vê başbûna buhayan, di meha Nîsanê de gihîşt 70 milyar dolaran.

Iraq, di nav Rêxistina Welatên Hilberîna Petrolê (OPEC) de welatê duyemîn e ku herî zêde petrola xam hildiberîne. Li gorî daneyên tên parvekirin; li Iraqê rojane 4,5 milyon varîl petrol tê derxistin.