Iraq | Meclîsa parêzgehekê biryara 'Herêma Xweser' wergirt
PeyamaKurd – Encûmena Parêzgeha Basra ya Iraqê biryar wergirt ku bibe herêmeke xweser li Iraqê.
Endamê encûmena parêzgeha Basrayê Nazim Nemir ji medya Iraqê re ragihand, ji 35 dengên meclîsê bi dengê 21 endaman biryara bûyîna Herêma Xweser a Basrayê hatiye wergirtin.
Nemir herwiha diyar kir ku ji bo bicihanîna biryarê û derxistina yasaya herêmbûnê komîsyonek hatiye peywirdarkirin û da zanîn, ji bo hemû bajarên Iraqê di destûrê de mafê xweserbûnê heye û ji bo wê jê pêwîstî bi 2/3yê dengê parlamentoyê heye.
Hêjayî gotinê ye, parêzgeha Basrayê ji ber paşguhxistina deshilatiya Bexdayê rewşa aboriya wê pir xirab bûye û gelek caran ji ber nerazîbûna hikûmeta Iraqê xweşpêşandan têne lidarxistin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin