Iraq: Li ser sînorê Belarûs û Polandayê 571 welatiyên Iraqê hene
PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf diyar kir; hat tesbîtkirin ku li du deverên ser sînorê Belarûs û Polandayê li 8 kampan, 571 welatiyên Iraqê hene.
Ehmed Sehaf ji televîzyona fermî ya Iraqê re destnîşan kir, dirêjahiya sînorê Belarûs û Polandayê, 680 kîlometre ye û ji ber vê yekê bi awayekî tekez hejmara welatiyan nayê zanîn, lê belê ji bo welatiyên ku dixwazin vegerin, di 18ê Mijdarê de geştek wê were pêkanîn.
Sehaf da zanîn, hikûmet nikare li derveyî welat pêşî li derbasbûna welatiyekî din bigre, lê bi hemahengiya Tirkiyê pêşî li çûna welatiyên Iraqê bo Belarûsê girtine û ligel çend welatên din ji bo hemahengiyê ketine pêwendiyê.
Ji ber ku welatiyên Herêma Kurdistanê jî di qada navdewletî de weke welatiyên Iraqê têne dîtin, bi awayekî tekez diyarkirina hejmara Kurdên li ser sînor zehmettir dibe.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin