IRAQ | Li sê parêzgehan êrîsî karwanên hevpeymaniya navdewletî kirin
24 tebax 2021 23:58
PeyamaKurd – Karwanên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li parêzgehên Dîwaniye, Babil û Zîqar yên Iraqê rastî êrîşên bombeyê hatin.
Wezareta Berevaniya Iraqê ragihand ku îro 24ê Tebaxê li gundê Misêhde ê nehiya Necmî li parêzgeha Dîwaniye ya Iraqê bombeyek bi hêzên Iraqî de teqiya.
Hat diyarkirin, di wê teqînê de tiştek bi serbazên Iraqî nehatiye tenê ziyan gihîştiye otomobîlên wan.
Dîsa li parêzgehên Babil û Zîqar yên Iraqê jî du bombe bi karwanên hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê de hatin teqandin ku di wan teqînan de jî ti ziyaneke canî çênebûye, lê ziyan gihîştiye otomobîlên wan.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Jiyan
Bi SÎHAyê êrîsî baregeha hevpeymaniya navneteweyî ya li Iraqê kirin
17 trm 2024
Jiyan
Li basûrê Iraqê êrîsî karwaneke hêzên Hevpeymaniya Navnetewî kirin
22 mjd 2021
Cîhan
Iraq | Êrîsî 4 karwanên hevpeymaniya navdewletî kirin
29 trm 2021
Cîhan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin