Iraq: Hêzên Hevpeymaniyê, operasyon rawestandine

11 nîsan 2023 19:30
Iraq: Hêzên Hevpeymaniyê, operasyon rawestandine

PeyamaKurd- Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqê ragihand ku êrîşên asîmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê, bi awayekî demkî rawestiyane.

Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê Sererkan Tehsîn Hefacî di daxuyaniyekê de got, "Niha ji aliyê Hevpeymaniya Navdewletî ve tu êrîşeke asîmanî li dijî rêxistina terorîst a IŞÎDê tuneye.”

Sererkan Tehsîn Hefacî diyar kir ku niha hemû êrîşên asîmanî yên li dijî IŞÎDê, ji aliyê hêzên asîmanî yên Iraqê ve tên kirin.

Hefacî da zanîn ku derfetên êrîşê yên çeteyên IŞÎDê gelek kêm bûne û got, "Bi hewildanên îstîxbarata leşkerî û saziyên girêdayî wê, şiyana çeteyan a madî, îdarî û şer bi giranî hatiye kêmkirin."

Berdevkê Fermandehiya Operasyonên Hevbeş a Iraqê eşkere kir ku di demeke nêzîk de balafirên şer ên T-50 dê bikeve xizmetê.